• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Gundiyên ku nikarin heywanên xwe bibin zozanan zehmetiyê dikşînin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tê zanîn berî niha li Bingolê ji ber hinceta ewlehiyê gelek herem wek heremên ewlehiyê hatin îlankirin û çûyîn û hatina van deran hat qedexekirin.Di nava van hereman de zozanên ku gundî heywanên xwe lê diçêrenin jî hene.Gundiyên gundê Derenazikê yên ku bi karê ajalwantiyê hewl didin debara xwe bikin ji ber ku nikarin heywanên xwe derxinîn zozanan zehmetiyê dikşînin.Gundî ji ber vê yekê diyar kirin ew ê ji ber van qedexeyan zirareke mezin bibînin.

“Zozan ajalwantiyê bi bereket dikin”

Hebîb Karakuzuyê ku şivantiyê dike di derbarê rewşa gundîyan de diyar kir hewcitiya heywanên wan bi avê heye, heger ev av neyê tedarikkirin ew ê heywanên wan ji ber nexweşiyan zirarê bibînin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em di mehên havînê de heywanên xwe derdixin zozanên Şerafettîn û Kartalê.Em ê  îsal jî biçin zozanan,lê ji ber ku hinek derên zozanan hatine qedexekirin em nikarin biçin  cihê ku em dixwazin.Ev cihê ku hatine qedexekirin ji bona heywanan zozanên pir girîng in. Li wan deran ji bona heywanan pir av û çêrî heye.  Heywanên ku havînê neçin zozanan bi nexweşiyan dikevin.”

Karakuzu di dawiya axavtina xwe de diyar kir divê zozan ji bona xwedîyên heywanan neyên qedexekirin û bang li kesên rayedar kir da ku alîkarî bê kirin.(ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir