• DOLAR 32.352
  • EURO 35.106
  • ALTIN 2317.635
  • ...
Piştî nimêja înê xelk ji PKKê û hikûmetê re bertek nîşan da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Sûra Amedê ya ku ev bû du meh qedexeya derketina derve lê berdewam dike piştî nimêja înê xelk ji PKK û hikûmetê re bertek nîşan da û xwest ku pevçûn demildest werin sekinandin.

Xelk di bin dengê çekan de nimêj kir

Xelkê ku xutbeya Mehmet Saîd Yazê ku Melayê Mizgefta Mezin e guhdar dikir  di bin dengê çekan de nimêj kir.Yaz di xutbeya ku da de diyar kir derxistina fitnê ji gunehên mezin e û agirê fitne ya ku derketîye hemû kesî dişewitîne.

 “Agir mal û dilên me hemûyan dişewitîne”

Yaz di berdewama xutbeya xwe de diyar kir derxistina fitnê guneha herî mezin e û wiha li axavtina xwe zêde kir “Em a niha di nava vî tiştî de ne û dijîn.Tu kes nikare ji mehkemeya Allah xelas bibe.Kesê ku wek qatil û zalim biçe ew ê çawa hisabê bide? Agir me hemûyan dişewitîne, agir mal, can û rihan  dişewitîne. Heger camî û mînare xera bibe dîsa mirov dikare di şûna wê de yeke nû çêbike. Lê belê heger mezlûmek biçe tu kes nikare bê cihê wî.Bila haya me jê hebe.”

Piştî nimêja înê xelk ji hikûmet û PKKê re bertek nîşan da û xwest ku demildest ev pevçûn bên sekinandin.

“Kurdistan dişewite , bi milyonan însanên me di bin zilmê de ne”

Hemwelatiyekî bi navê Muhîttîn Batmanli xwest ku bila Diyarbekir nebe qada şer û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em tevde PKK û hikûmetê rexne bikin. Ev şerê PKK çareseriyê nayîne.Ev şerê PKKê xelet e.Şerê xendekan tinekirina Kurdan e.Kurdistan dişewite, bi milyonan însanên me di bin zilmê de ne.Em ji vê şerê re bibêjin na.Divê ev şer nebe şerê xelkê.Xelkê me dimire zarokên Serokê Giştî yê HDPê li Ewrûpayê dixwînin , zarokên AK Partiyiyan li Ewrûpayê dixwînin. Xelkê min ê Kurdistanê dimire.Êdî bese!”(ÎLKHA)

 

















Bu haberler de ilginizi çekebilir