Ji Walîtiya Şernexê di derbarê `şewata` Cizîrê de daxuyanî
Ji teref Walîtiya Şernexê ve di derbarê şewatê de hat ragihandin 9 kesên ku di avahiyekê de mirine PKKyî ne û di pevçûnê de hatine kuştin û şewata di avahiyê de jî ji teref PKKyiyên ku reviyane hatiye derxistin.
Walîtiya Şernexê ji ber xeberên ku li Cizîrê di encama şewata ku di avahiyekê derketîye de 9 kes mirine daxuyaniyek da.Di daxuyaniyê de hat diyarkirin di encama pevçûna ku derket de 9 PKKyî hatine kuştin û polêsek jî jiyana xwe ji dest da.
Di berdewama daxuyaniyê de her wiha hat diyarkirin şewata ku di avahiyê de hatiye derxistin jî ji teref PKKyiyên ku ji avahiyê reviyane hatiye derxistin.(ÎLKHA)