• DOLAR 32.598
  • EURO 34.747
  • ALTIN 2498.909
  • ...
Agahiyên ku di derbarê Cizîrê de nayên zanîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Cizîrê hat ragihandin ku di taxên Sur û Cudî de di hinek malên PKKyiyan de birîndarên ku dûrpêçî mane hene û ji van kesan hinek jî mirîne.

Wêneyên siwîlên ku di pevçûnê de birîndar bûne û di hinek malên PKKyiyan de wek birîndar dûrpêçî mane di çapemeniyê de hatin parve kirin.

23yê çileya paşîn rajo Şemî di derdora sibe de polêsan di Taxa Şahê ku tê de berîqet nehatiye saz kirin û çal nehatiye vedan de dest bi lêgerînan kirin. Ji ber ku lêgerîn neqeda hemî leşker û polês di wê taxê de şeva xwe derbas kirin û hinek ji wan heta sibe nobet girtin.

Di pevçûnan de 28 kes birîndar bûn

Li heman taxê  di tebeqeya jêrzemîna mala ku di Kolana Bostanciya Taxa Cudiyê de Mehmet Tunçê ku li Cizîrê xweserî îlan kiribû, Mamoyê ku ehlê Şernexê ye û her wiha berpirsyarê komên çekdarî yên li Cizîrê ye û Midûrê Karên Nivîsî ya Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş, endamê meclîsê ya Partiya Herêman a Demokratîk Mehmet Yavuzel û nêzê 30 kesan yên ku ji çiyê hatine û di pevçûnan de birîndar bûne hatine dewisandin.

Ji birîndaran 6 kes mirin

Cîhan Karaman, Selamî Yilmaz, Ruzgar Yilldizgorer, Nusret Bayar û 2 kesên ku navên wan nehat zanîn bi tevahî 6 kes di tebeqeya bodromê de mirin. Her wiha hat ragihandin ku Midûrê Karên Nivîsê ya Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş, endamê meclîsê ya Partiya Herêman a Demokratîk Mehmet Yavuzel û kesên ku navên wan nayên zanîn bi tevahî 22 kes jî birîndar in.

Kesên ku mirine pirranî ji qadroya çiyê ne

Gor agahiyên ku ji çavkaniyên din hatine bidest xistin jimara kesên ku di jêrzemînê de dûrpêçî mane ji 30 kesan zêdetir in û her wiha kesên ku mirîne jî ji 6 kesan zêdetir in. Kesên ku mirine pirranî ji qadroyê çiyê ne. Ji ber vê yekê HDP naxwaze ku vê yekê eşkere bike.

Tê idîa kirin memûrê ku parêzvanê Qeymeqamê Cizîrêye miriye

Tê zanîn ku di nav kesên ku di bodromê de ne parêzvanê Qeymeqamê Cizîrê Ayhan Kayayê ku beriya qedexeya derketina derve hatibû revandin û leşkerekê Çewligî yê ku 4 meh berê hatibû revandin hene. Hat ragihandin parêzvanê Qeymeqamê Cizîrê Ayhan Kaya û leşkera Çewlîgî di malên cûda de dihatin girtin. Dema ku ev der ketine bin kontrola polêsan PKKyiyên li wê derê di tunelên ku ji teref PKKê ve hatine vedan de revîne. Dema ku revîne van her du kesên revandî jî bi xwe re birine. Her wiha hat idîa kirin ku memûrê ku parêzvanê Qeymeqamê Cizîrêye miriye.

Tê idîa kirin ku di nav wan koman de 4 Almanî û 2 Rûsî hene

Ji xeynî van agahiyan tê idîa kirin ku di nav wan komên ku li Taxa Nurê di nav bodromê de mane dûrpêçandî de 4 Almanî û 2 Rûsî hene

Tê bihîstin ku polês û leşker ambulansên hewl didin ku biçin van birîndaran bînin asteng dikin. Ambulansên ku diçin taxên ewledar jî ji teref PKKyiyan ve tên asteng kirin.

HDPyiyan ewil xwestin ambulansên ku aydê şaredariyê ne biçin birîndaran bînin

Ji roja ewil heta îro parlementerê HDPê Faysal Sariyildiz û rêvebirên din yên partiyê gelek caran hewl dabûn ku biçin wan birîndarên di nav bodromê de bînin. Lê polês midaxaleya vê komê kiribûn. Ev agahî di çapemeniyê de hatibû bihîstin. Hat ragihandin ku HDPyiyan ewil xwestin ku bi ambulansên ku aydê şaredariyê ne biçin birîndaran bînin.

Her wiha polês û leşker ji bo ku PKKyî nekevin Taxa Cudiyê ewlehiyê zêdetir kirine.  

3 tunelên ku aydê PKKê ne hatin dîtin

28 çileya paşîn roja pêncşemê 3 tunelên ku di nabeyna taxên Cudî û Surê de ne hatin dîtin. Hat ragihandin ku ev yek heftêye polês û leşker teqemeniyên ku di taxên Cudî û Surê de hatine bicî kirin îmha dikin. (ÎLKHA)

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir