Li Sûrê derketina derve hat qedexekirin
Li navçeya Sûra Amedê derketina derve heta daxuyanîyeke din hat qedexekirin.
Li navçeya Sûra Diyarbekirê îro di seat 05.00an de derketina derve heta daxuyanîyeke din hat qedexekirin. Di daxuyanîya ku ji teref Qeymeqamtîya Sûrê ve hatîye dayîn de di derbarê mijarê de hat diyarkirin ji bona ku dawî li fealîyetên PKKê yên ku zêde bûne were dayîn û her wiha ji bona ewlehîya xelkê ya can û mal were temînkirin derketina derve hatîye qedexekirin.
Di daxuyanîya ku hatîye weşandin de hat diyarkirin li Taxên Cevatpaşa, Fatîhpaşa, Dabanoglu, Hasirli, Cemal Yilmaz û li Cadeya Gazîyê derketina derve heta daxuyanîyeke din hatîye qedexekirin.(ÎLKHA)