• DOLAR 32.542
  • EURO 34.891
  • ALTIN 2477.119
  • ...
"Kumpasên ku li STKyên Îslamî hatine kirin hê jî nayin dîtin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Halîs Yetkîner ê ku parêzerê doza Umut Dera Edenê ye diyar kir ku li Edenê ji 24 kesên ku endamên STKyên Îslamîne re cezayê girtîgehê hatîye dayîn. Ev yek  encama kumpasên ku hatibûn saz kirin e. Pêwîst e ku ev doz ji teref dadgehê ve were xera kirin.

Parêzer Yetkîner  destnîşan kir ku di paşerojê de ji teref hinek dozger, polês û dadgerran ve bajarê Edenê bû wek navenda kumpasan, Sazîyên Civakî yên Siwîl û dîndar hatin ceza kirin. Digel vê yekê hêj jî mexdûrîyetên mexdûran ji navê  nehatîye rakirin. Parêzer, vê yekê wek bedbextî nirxand. Yetkîner, di derbarê vê mijarê de ji Ajansa Nûçeyan a Îlkê (Îlkha) re axivî.

“Li Edenê  rêxistinekê kumpasê hebû”

Parêzer Yetkîner bal kişand ku di paşerojê de li Edenê li STK û kesên dîndar komplo û kumpas dihat kirin. Ev yek bi teybet ji teref hinek dozger, polês û dadgeran ve dihat sazkirin. Dûvre Yetkîner wiha pêde çû : “Li Edenê  rêxistinekê kumpasê hebû. Ev rêxistin ji bo ku çav li STK û dîndaran nede vekirin û nefes nede kişandin çi ji destê wan dihat dikirin. Ji bo vê yekê mînaka herî baş Umut Dera Edenê ye. Ev komele roja ku hatîye vekirin heta îro bi  alîkarîya feqîran  û belav kirina  zexîran a li feqîran ve dihat zanîn. Ji ber vê yekê ji 3 kesên ku seroktîya Komela Umut Dera Edenê kiribûn  bi hinceta endam bûna rêxistina terorê ceza dan wan. Cara ewil hatin mehkûm kirin nebû, cara 2yemîn mehkûm kirin ev jî neb û cara 3yemîn cezayê girtîgehê dan wan.”

“Ji ber ku alîkarîya feqîran dikirin hatin darizandin”

Yetkîner di derbarê dosyaya ku navê Serokê Umut Dera Edenê Abîdîn Serîn, Alîkarê Serokê Cevdet Dîzlek û gelek endamên STKyan têdeye bi tevahî ji 24 kesan re 115 sal ceza hat birîn. Dûvre Yetkîner wiha axavtina xwe domand: “Dema ku em li dosyayên van kesan mêze dikin em dibînin ku ne tûndî, ne cebir, ne çek û ne jî kêr tuneye. Heke pirsgirêk ev nebe çîye? Tenê saz kirina komelê, alîkarî kirina feqîran û belav kirina goştê ya eyda qurbanê ye. Lê ji van însanan re dibêjin ‘Hûn çi dikin bikin hûn di nezera me de sûcdarb in. Hûn mensûbên rêxistina terorê ne.’ Diyar e ku ev yek zilm e û ev zilm hêj jî didome. Belkî ji were wek henek tê lê hêj jî ji ber ku 2 însan di heman erebê de bûn, tên darizandin. Hêj jî însanên ku turnuvaya maçê li dar xistine tên darizandin û hêj jî ji ber ku însanên gerdîş û pîknîk lidar xistinê tên darizandin. Ev tiştên ku ez dibêjim bi heman şiklê di nav iddîayan de nivîsandîne. Em dikarin kesên ku nimareyên van dosyan bixwezin bidin wan. Bila kerem bikin werin bigirin, lê mêze bikin û bila bixwe bibînin”.

“Di dadgeha bilind de qanûnên ku tenê ji STKyan re tê bikar anîn hene”

Yetkîner, da zanîn ku di paşerojê de cezayên ku bê heq û bê hiqûq hatine dayîn ji xwe ji teref dadgeha bilind ve lê nahatîye nêrîn û hatîye pejirandin. Dûvre Yetkîner di derbarê dadgeha bilind de wiha axivî: “Dosyayên cezayê yên ku ji bo STK û kesên dîndar  dihatin  amade kirin diçûn cem kesên ku hatine perwerdehî kirin ên Daîreya Cezayê ya Dadgeha bilind a 9emîn. Peywira vî daîreya 9emînê ev bû : ‘Heke kesên ku li van dosyayan dinêrin daîrekî dadgehe bilind a teybet nebe diçê daîreyên dadgeha bilind yên din. Li wir jî dibe ku biryarên ku tên dayîn di eleyhê STK û kesên dîndar nebe. Dibe ku biryar di derbarê beraatê de bibe. Ji bo ku vê yekê bidin sekinandin daîrekî rêvebirê ya bi teybet hatibû saz kirin. Peywira vê sazîyê ew bû ku heke biryara beraatê hatibe dayîn dê were xera kirin di cîyê wê biryarê de ‘Pêwîst e ku ji vî kesî re ceza were dayîn. Te çima ceza nedaye vî kesê? Demildest dişîne cîyê wî. Çi hewce dike tê kirin. Lewra encamê dadgeha bilind ji bo wan telîmat bû.”

“Bi sazkirina HSYKyê tu tişt nehat guhartin , heman hişmendî didome”

Yetkîner, diyar kir ku piştî hinek bi saz kirinên HSYKyê, ev raye ji Daîreya Cezayê ya Dadgeha bilind a 9emîn hat sitandin û endamên wî jî hatin belav kirin. Lê heman miemele û qanûn ji STK û dîndaran re didome. Yetkîner wiha pêde çû: “Piştî belav kirina Daîreya Cezayê ya Dadgeha bilind a 9emîn xelk kêf xweşbû. Gotin dê darizandinekê adilane, bêalî û wîjdanî were kirin. Lê dîtin ku her tişt wekê berê ye.  Tu tişt nehatîye guhartin. Hûn heke bihêz bibin, hêza çapemenîya we û hêza sîyasî ya we hebe kî çiqas sûcdar dibe bila bibe, sûcê kî çiqas giran dibe bila bibe ev ceza tê xerakirin. Biryara beratê tê dayîn. Lê ev hêzên ku me da rêzê heke tûnebe heke hûn bêhêz bin û xeynî van heke hûn dîndar bin tu tişt nayê kirin.”

 “Bila kûmpasên ku li cemaetên misliman hatîne kirin jî bên dîtin”

Yetkîner, di berdewama axavtina xwe de wiha axivî: “Dosyayên kesên  ku di vê çarçovê de ceza dîtîye û hatîye darizandin ji nû ve hat dîtin. Mexdûrîyetên însanan hatin dîtin. Ji girtîgehê hatin serbestberdan. Kesên ku van kûmpasan kirin niha tên darizandin. Lê kesên ku ji bo misliman û dîndaran kumpas amade kirine li derve ne. Hêj jî însanên ku hatine mehkûmkirin di bin zilmê de dinalin. Hêj jî ev doz didomin.”

“Pêwîst e ku hikûmet gavên hewce dikin demildest bavêjin”

Yetkîner, di dawîya axavtina xwe de destnîşan kir ku ew hevîdar in ku ev mexdûrîyetetên ku hatine dîtin dawî li wan bê anîn û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Her wiha  pêwîst e ku hikûmet ji bo vê yekê çi hewce dike bike.”(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir