• DOLAR 32.383
  • EURO 34.996
  • ALTIN 2326.145
  • ...
Li Êlihê bernameya 'Hz. Ebubekir û Sedaqet'
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Êlihê ji teref Sag-Çeva li Êlihê feqalîyetên xwe dike û endamê Platforma Evîndarên Pêxember e ve bernemayeke bi navê ‘Hz. Ebubekir û Sedaqet’ hat lidarxistin

Gelê Êlihîyan eleqeyeke baş nîşanî bernamê dan. Arîkarên Serokê Giştî yên HUDA PARê Aydin Gok û Eyyûp Yanaç,  Serokê Bajêr ê Êlihê yê HUDA PARê Mehmet Emîn Dogru û  teşkilata partîyê, temsîlkarên STKyan û rîspî beşdarî bernameya ku hat  lidarxistin bûn.

Bername bi tîlaweta Qur’ana Pîroz dest pê kir. Piştî tîlaweta Qur’anê Serokê Komeleya Sag-Çevê Sıtkı Guneş di derbarê girîngîya bernameyê de axavtina destpêkê kir. Guneş di axavtina xwe de wiha destnîşan  kir:  “Çi wextê ku însanetî rêya Resûlê Xwedê û eshabê Resûlullah terk kir wê demê cehalet û zordestî li ser rûyê cîhanê belav bû.Bi vê terkkirinê li ser rûyê cîhanê ne hizûr ne bextewarî ne jî sikkûnet ma, neheqî û bêexlaqî li her derê belav bû.Ji ber vê yekê em  hewl didin da ku sahabîyan cardin bînin rojevê û wan bişopînin. Em xebatan dikin da ku ashab dîsa ji însanan re bibin mînak  da ku cardin ew dewra Asri Saadetê were. Em sedaqetê ji Hz. Ebubekir, adaletê ji Hz. Omer, hayayê ji Hz. Osman , ilmê jî Hz. Alî hîn bûn. Em bi van tiştan hewldidin di bin serokatîya Hz. Muhammed de dîsa civakekî îslamî înşa bikin.”

 “Gelek tiştên ku mislimanên roja me ji Hz. Ebubekir hîn bibin hene”

Piştî axavtina Sitki Guneş Endamê Medrese û Yekîtîya Aliman  Mela Beşîr Şîmşek axavtinek kir. Şîmşek di destpêka axavtina xwe de destnîşan kir divê wê sedaqeta ku Hz. Ebubekir ji Hz. Muhammed re nîşan daye bi heman awayî her misliman jî nîşan bidin û axavtina xwe wiha domand: “Dema ku behsa Hz. Ebubekir tê kirin beşik sedaqet tê bîran. Bila teşbîh Hz. Muhammed û Hz.Ebûbekir wek tav û heyvê ne. Hz. Ebubekir tenê bi eql û dilê xwe negirêdayîye Hz. Muhammed bû. Hz. Ebubekir ew qas ji Hz. Muhammed re sadiq bû ku hemû tiştên xwe ji doza wî re feda kir û her wiha feda kirina canê xwe jî ji bo doza wî dabû ber çavên xwe. Ew, ji dil û sadiq bû. Mislimanên ku îro barê Qur’an û sunnetê hilgirtine li ser milên xwe gelek tişt hene ku ji Hz. Ebubekir hîn bibin. Lewra Hz. Ebubekir di  her gav û hereketên xwe de wek Hz. Muhammed dijîya. Ji ber vê yekê divê îro em jî mîna wî bin.”(ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir