• DOLAR 32.323
  • EURO 35.085
  • ALTIN 2282.341
  • ...
"Di pirsgirêka Kurd de ji hêvîya 'Çareserîyê' bi ber dorhêla pevçûnê ve"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Navenda Analîz û Raman a Stratejîyê ji bona dîroka pirsgirêka kurd û pêvajoya çareserîyê nirxandinan kir û di warê pirsgirêka kurd de bal kişande li ser mercên pêwîst. SDAM di encamên nirxandinên ku kir de di derbarê mijarê de analîzeke bi navê ‘“Di pirsgirêka Kurd de ji hêvîya ‘Çareserîyê’ bi ber dorhêla pevçûnê ve” weşand.

Di analîza ku ji 26 rûpelan pêk tê û ji teref SDAMê ve hatîye amede kirin de di bin van sernavan de nirxandinên balkêş hatin kirin: “ Pêvajoya Pêşveçûyîna Pêvajoya Çareserîyê, Aktor û Terefên Pêvajoya Çareserîyê, Hevîyên Terefan û Civakê ji Pêvajoya Çareserîyê, “Rêyên Qezayê” yên Pêvajoya Çareserîyê, Piştî 2013an di Pêvajoya Çareserî/Ateşbesê de Tiştên ku Pêk Hatin, Veguherîna Pêvajoya Çareserîyê ji Pêvajoya Mirinê re an jî Dawî Bûna Sihra Newrozê”

Di analîza ku hat weşandin de hat diyarkirin dema ku li ser pirsgirêka kurd tê axavtin divê tiştên ku di pêvajoya dîrokî de pêk hatine jî neyên jibîrkirin û wiha pêde hat çûyîn: “Divê li ser rûdana pirsgirêkê, li ser hêla siyasî û îdeolojîk a pirsgirêkê were rawestin. Pirsgirêka kurd di hinek wextan de ji ber PKK wek pevçûna çekdarî hatîye binavkirin û ev yek jî bûye sedema tevlîhevîyê. Her wiha rêxistinên qirêj ên di nava dewletê de bûne sedem ku pirsgirêk mezin bibe.”

Di berdewama analîza ku hat weşandin de bal hat kişandin li ser xeletîyên ku di pirsgirêka kurd de hatine kirin û wiha hat ragihandin: “Her weke ku tê zanîn ev bû 30 sal ku pêvajoya pevçûna çekdarî dest pê kirîye û di vê pêvajoyê de bi deh hezaran kes jiyana xwe ji dest dane. Berîya her tiştî divê ev pêvajoya pevçûna çekdarî pêwîst e ku were rawestandin. Her wiha digel vê yekê divê were dîtin ku polîtîkayên înkarok ji pirsgirêka kurd re ne fêdedar in.”

Di analîza ku bi navê “Di pirsgirêka Kurd de ji hêvîya ‘Çareserîyê’ bi ber dorhêla pevçûnê ve” hatîye weşandin de ev bend derdikevin pêş:

- Turgut Ozal di dema serokomarîya xwe de qala ‘pêvajoyê’ kirîye, lê belê hêj wextê wezîfeya wî xelas nebûbû ku jiyana xwe ji dest daye. Mudaxeleyên ku dûvre hatin kirin û rêxistinên kûr ên dewletê mesele tevlîhev kirin. Bi îqtîdara AK Partîyê pirsgirêka kurd cardin hat rojevê û bi şiklekî ciddî li ser meselê hat rawestîn. Lê belê ji ber ku pêvajo ne şefaf û zilal bû û teref planên li gor xwe dikirin şensa serkeftin û pêşveçûyîna pêvajoyê kêm kir. Halê hazir pêvajo sekinîye û agirbest ji teref her du rexan ve jî hatîye xelaskirin.

-Sazî û kesên ku ji bona pêvajoya çareserîyê derketin holê bi hesta qewmîyetê û bi zihnîyeta dewletê li meselê nihertin. Mixabin ev nihertin ne di çarçoveya mafên însanan de bû. Ev tişt jî di meseleya pirgirêka kurd de bûye rewşeke kronîk. Ji dil nebûna terefan a di derbarê mijarê de bandorî tevlîhevîyên erdigarîyê û tiştên din dike. Divê tesîr û bandorên van tiştan neyên pişt guh kirin.

-Bi çewtî û bi rastîyên xwe divê pirsgirêk were eşkere kirin. Kesên ku ji bona ranta aborî û siyasî li pey pêvajoyê de diçin û kesên ku ji mihraqên hêzan re xizmetê dikin ji dewrê werin derxistin. Ev tişt gelekî girîng e.Her wiha divê meseleya kurd û ya PKKê ji hev were cûda kirin.

-Ji bona pêvajoya çareserîyê biha û rûmetên îslamî yên ku gelan li hev dicivînin zêdetir werin bilevkirin.

Ji bona temamê analîza ku ji teref SDAMê ve di bin sernavê “Di pirsgirêka Kurd de ji hêvîya ‘Çareserîyê’ bi ber dorhêla pevçûnê ve” de hatîye weşandin bitikenin(ÎLKHA)  

 

 

 

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir