• DOLAR 32.33
  • EURO 35.095
  • ALTIN 2294.662
  • ...
SON DAKİKA
Li Cizîrê pevçûn berdewam dikin: 8 PKKyî mirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin li Cizîrê ji ber ku kesên PKKyî rê birîne pevçûn dijwar bûn. Di pevçûnên ku duh ber şeveqê derketin de li gor agahîyan 8 PKKyî hatin kuştin.

Di wextên şeveqê de ji ber ku kesên PKKyî rêyên Cizîr-Hezex û Cizîr- Nisêbînê birîn û wesayîtan li ser rê dan sekinandin pevçûn derket. Li navçê li gelek mekteban dayîna dersan hat betalkirin. Li Taxê Cûdî di pevçûna ku derket de zarokê bi navê Abdullah C. giran birîndar bû. Abdullahê ku giran birîndar bûbû sewqî Diyarbekirê kirin.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin di pevçûnên ku duh di wextên şeveqê  li Taxa Yafesê derketin de 5 û di pevçûnên ku li Taxa Sûrê derketine de jî 3 PKKyî hatine kuştin.

Her wiha hat ragihandin êrîşa bi roket li Mala Mamosteyan  hatîye kirin.(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir