Li Dêrikê pevçûn dijwar bûn
Li Dêrika Mêrdînê ya ku hêj qedexeya derketina derve berdewam dike êrîşa bi roket li wesayîta eskerîyê hat kirin. Di êrîşa ku hat kirin de eskerek jiyana xwe ji dest da û eskerek û kesekî sivîl jî birîndar bûn.
Li Dêrikê pevçûn hê jî berdewam dikin. Di wextên şeveqê de êrîşa bi roketî li wesayîta eskeran hat kirin. Di encama êrîşê de eskerek jiyana xwe ji dest da û yek jê esker û yek jî sivîl tevde 2 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyanîya ku ji teref Serkantîyê Giştî ve hatîye dayîn de hat diyarkirin di êrîşa ku îro di seat 08.30an de hatîye kirin de eskerek jiyana xwe ji dest daye û eskerek jî birîndar bûye.
Ji hewayê jî piştgirî didin operasyonên ku didomin.
Her wiha hat dîtin li navçeya ku hêj qedexeya derketina derve lê didomê xelkê ku di navbera pevçûnan de mane her çiqas bi xeter be jî êhewl didin da ku malên xwe terk bikin.(ÎLKHA)