• DOLAR 32.58
  • EURO 34.998
  • ALTIN 2436.353
  • ...
Çeka ku li ba Tahîr Elçî hat dîtin eşkere bû ku aîdî kesê PKKyî ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokwezîr Davutoglu di derbarê kuştina Tahîr Elçî yê ku jiyana xwe di şerê navçeya Sûrê de ji dest dabû de axivî. Davutoglu, diyar kir ku ew çeka ku li ba Tahîr Elçî hatîye dîtin berî niha di kuştina dû polêsên ku hatine kuştin de hatîye bikaranîn.

Dûh sibe ji teref Baroya Amedê ve ji ber ku Mînareya Çar Ling zirar dîtibû daxuyanî hatibû dayîn. Di dema daxuyanîyê de ji teref polêsan ve erebekê gumanbar yên ku di nav de 3 PKKyî hebûn  hatibû rawestandin. Di dema rawestandinê de kesên PKKyî ji erebê peya bûbûn û gûle berdabûn polêsan û dûvre jî revîyabûn.  Polêsek di cîyê bûyerê de yê din jî li nexweşxaneyê  jiyana xwe ji dest dabûn.

Êrîşkerên PKKyî di dema şerî de ji erebê peya bûn û alîyê dera ku daxuyanîya çapemenîyê dihat dayîn ve revîn. Di qamerayê de baş tê dîtin ku kesekî PKKyî  çeka di destê xwe de davêjê polês. Ji ber vê yekê ew çeka ku ba termê Tahîr Elçî bû dihat zanîn ku yê wî PKKyîyê ku çekê avêtibû polês e.

 Serokwezîr Davutoglu, destnîşan kir ku di encamên xebatê de eşkere bû ku ev çek yê PKKyîyê ku êrîş li polêsan kiribû ye.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir