• DOLAR 32.482
  • EURO 34.83
  • ALTIN 2442.57
  • ...
Penaberê Rojava: "Em kiryarên PYDê şermezar dikin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

ENKS xwepêşandanên xwe li dijî kiryarên PYDê li kampên penaberên Rojava yên li Herêma Kurdistanê bi dawî kir û êdî ew ê li bajaran xwepêşandanan bikin.
Ev demeke li Rojavayê Kurdistanê ENKSê dest bi xwepêşandanên berfireh kiriye û xwepêşandanên wan ji bo nîşandana nerazîbûnê li hember biryara leşkeriya bi zorê, girtina siyasetmedar û xortan, ferzkirina îdolojiyê li ser xelkê û rêgirtin ji çalakiyên azad ên sazî û partiyan in.
Herwiha ENKSê li kampên penaberan jî xwepêşandan ji bo vê yekê  li dar xistin û xwepêşandanên xwe duh li Kampa Fayidê ya parêzgeha Dihokê bi dawî anîn.
Li gor xebera Rûdawê Endamê Nûneratîya ENKSê yê li Herêma Kurdistanê Behcet Beşîr ji Rûdawê re di derbarê mijarê de wiha ragihand: “Em ê êdî xwepêşandanan li bajarên Başûrê Kurdistanê li dar bixin.”
Di derbarê mijarê de her wiha Endamê Nûneratîya ENKSê li Herêma Kurdistanê Kawa Ezîzî jî wiha axaivî: “Vekişandina Partîya Pêşverû ji ENKSê ti bandoreke xerab li ENKSê nake.”
Her wiha  penaberek  jî wiha got: “Em êdî qebûl nakin wek penaber li kolanên xelkê bijîn. Em kiryarên PYDê şermezar dikin û daxwaza yekrêziya kurdî dikin.”(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir