• DOLAR 32.55
  • EURO 34.882
  • ALTIN 2425.916
  • ...
Elçî, ji PKKê xwestibû ku navendên bajêran terk bikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçîyê ku dûh li navçeya Sûrê piştî ku daxuyanîya çapemenî dabû êrîş lê hat kirin û jiyana xwe ji dest da berî vê 4 rojan li Mêrdînê bû. Elçî, çûbû Nisêbîna ku qedexeya derketina derve 14 roj  lê berdewam kiribû û li wir di derbarê qedexeya derketina derve de daxuyanî dabû. Di daxuyanîyê de destnîşan kiribû pêwîst e ku xendek werin girtin û komên dereqanûnî jî bajêr terk bikin.  

Elçî, di baroya Mêrdînê de daxuyanî dabû û wiha dest nîşan kiribû: “ Ji îro pêş ve gor xeberên ku baroya Mêrdînê û Amedê bi dest xistine  xelkê Nisêbînê bi xeterê re rû bi rû maye. Bi teybet di van 11 rojên dawî de hewcîtîyên ceyran û avê  temîn nabin. Şebekeyên qenalîzasyonan teqyane. Qirş û qal nehatîye rakirin û hewcetîya nan û derman nikare were temîn kirin. Di her saetên ku derbas dibe de xetera tenduristîya gel zêdetir dibe. Bi kurtasîya gotinê gelê Nisêbînê li benda alîkarîyê ye.

Ji îro pêş ve hebûna gelê Nisêbînê di xeterê de ye. Rastî me bi kesên fermî û nefermî re hevdîtin kir da ku ev pirsgirêk werin çareserkirin. Binasîya wî çi dibe bila bibe ew dera ku 120 hezar însan û zarok, jin, siwîl û pîr dijîn pêwîst e ku ev hewcetîyçên bingehîn ên civatê  werin temînkirin. Her wiha bi tu wechê  binasîya hiqûqî yên  tiştên ku perwerdehî, tendirustî û aborîyê dide sekinandin tûne.

Mixabin tesîra bûyerên 1990an hêj jî li ser gel heye. Em gengeşî dikin da em çawa dikarin trawmayên  gelê Farqîn, Cizîrê û Nisêbînê çareser bikin. Li gor me pêwîst e ku tetbîqatên ku ji teref dewlet û komên dereqanûnî tên kirin demildest were sekinandin.

Em ji vir nikarin bi çekan bigihêjin tu derê. Him  gelê Tirkîyê him jî gelê Nisêbînê bi şer, mirin û çekan tu kes nagihêje tu derê. Pêwîst e ku him ev operasyon him jî ev berîqatên ku ji teref komên dereqanûnî ve tên vedan demildest were sekinandin.”(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir