Li Dêrikê pîrekek bi berika polêsan birîndar bû
Hat îddîakirin li Dêrika ku hêj derketina derve qedexe ye pîrekek dema ji bona telefonê diçû mala cîrana xwe bi berika ku polêsan berda birîndar bû.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin tê îddîakirin li Dêrika ku hêj qedexeya derketina derve lê berdewam dike di derdora seat 23.00an de Fatma Ecera ku ji bona şarja telefonê diçû mala cîrana xwe bi berika polêsan birîndar bû.Hat diyarkirin piştî ku mêrê Fatma Ecer li polêsan gerîya re polêsan berdana berikan qutkirine û bi vî awayî Fatma Ecer bi ambûlansê rakirine nexweşxanê.
Hat hînbûn rewşa Fatma Ecer niha baş e.(ÎLKHA)