• DOLAR 32.597
  • EURO 34.745
  • ALTIN 2498.673
  • ...
HUR DER di derbarê Tahîr Elçî de daxuyanî da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Navenda Giştî ya Komeleya Hurrîyet û Mafên Însanî ve di derbarê Tahîr Elçîyê ku di pevçûna li Sûra Amedê pêk hatibû jiyana xwe ji dest dabû  de daxuyanîyeke nivîskî weşand.

Di daxuyanîya ku ji teref Navenda Giştî ya Komeleya Hurrîyet û Mafên Însanî ve hat weşandin de di derbarê mijarê de wiha hat ragihandin: “Ev pêvojaya şer bi kuştina Tahîr Elçî cardin rûyên xwe ya reş nîşanî me da. Divê ev dorhêla êrîşan ji teref hemû kesî were lanetkirin.Ji bona ku ev bûyer nebin provakasyon hemû kes divê hewl bide. Bi vî awayî divê ji kesên ku dixwazin provokatortîyê bikin û hizûra xwelkê xera bikin re firsedê nedin.”

Di daxuyanîya ku tê de hat diyarkirin ewlehîya can û mal a xelkê tê tehîd kirin de wiha li daxuyanîyê hat zêde kirin: “ Di dema daxuyanîya ku ji bona şer birawestin hat dayîn de bûyera êrîşê ya ku hat kirin me gelekî xemgînî kir. Her wiha ev dorhêla tundîyê ango ya şer cardin nîşan da ku xelk tên mexdûrkirin û gef li ewlehîya xelkê ya can û mal tê xwarin. Em vê cinayetê bi şidet lanet û telîn dikin.”

Di dawîya daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin dewlet di warê sazkirina ewlehîyê de li paş de maye.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir