• DOLAR 32.382
  • EURO 34.996
  • ALTIN 2325.62
  • ...
HUDA PAR: Divê bûyer berî kêlîkê were ronîkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokatîya Bajêr a Diyarbekirê ya HUDA PARê di derbarê bûyerên ku Tahîr Elçî tê de jiyana xwe ji dest da de daxuyanîyek da û daxwaz kir divê bûyer berî kêlîkê were ronîkirin û fail derkevin pêşîya hiqûqê.

Di daxuyanîya ku ji teref Serokatîya Bajêr a Diyarbekirê ya HUDA PARê ve hat weşandin de ji malbata Tahîr Elçîyê ku di bûyerê de jiyana xwe ji dest da re sersaxî hat xwestin û wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Em wê zihnîyeta ku di her firsedê de qesta canê însanên me dike û hizûr û aramîya civakê xera dike lanet û tel’în dikin.”

Di daxuyanîya ku ji teref HUDA PARê ve hat daxuyandin de di derbarê bûyeran de wiha hat ragihandin: “Em bi xemgînî hîn bûn ku Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî dema ku li ber Mînareya Çar Ling daxuyanîya çapemenîyê dida di navbera şerê polês û PKKyîyan de maye û jiyana xwe ji dest daye.

Her wek tê zanîn PKK şer kişande Navenda bajêran û di navbera dewlet û PKKê de şer û pevçûnên tund dest pê kirin. Di van şerên ku li bajêran dest pê kirin de dîsa zirara herî mezin kesên sivîl, zarok, pîr û nexweş dîtin. Ji ber bûyerên ku li heremê rû dane dîsa xelk mexdûr bû. Bi vî awayî ewlehîya can û mal a xelkê nema ye.

Bûyera kuştina Tahîr Elçî û temamên bûyerên ku pêk hatine nîşan didin ku ev rewşa kaosê û pevçûn hizûr û refaha xelkê xera dikin û her wiha gefê li ewlehîya xelkê ya can û mal dixwe.

 Em wê zihnîyeta ku di her firsedê de qesta canê însanên me dike û hizûr û aramîya civakê xera dike lanet û tel’în dikin. Divê ev bûyer berî kêlîkê were ronîkirin. Di vê mijarê de dewlet divê demildest kesên fail derxîne holê.

Em ji malbata Tahîr Elçîyê ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest da re ji Baroya Amedê re û ji hezkirîyên wî re sersaxîyê dixwazin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir