Li Dêrikê ji hoparlorên mizgeftê sirûdên PKKê hatin lêxistin
Hat ragihandin ku li navenda Dêrika Mêrdînê qedexeya derketina derve didome. Her wiha hat diyarkirin di mizgefta ku li navçeya Dêrikê de ye ji teref PKKyîyan ve ji bilindgoyên mizgeftê sirûd hatin lêxistin.
Qedexeya derketina derve ya ku ji teref Qeymeqamtîya Dêrikê ve hatibû îlankirin 2 roj e ku didome. Hat ragihandin ku di hinek taxên navçeyê de şer didomin. PKKyî ketin hindirê mizgefta Necmîoglu yê ku li Taxa Dagê ye. PKKyîyan ku têketin nava mizgeftê nêzê seatekî ji bilindgoyên mizgeftê sirûdan lê xistin.
Ji teref PKKyîyan ve çarşema ku borî bû xendek hatin vedan. Dûvre bûyer dest pê kirin. Ji ber vê yekê ji teref Qeymeqamtîya Dêrikê ve di seat 00.00an de qedexeya derketina derve hatibû îlan kirin. Ji ber ku bûyer didomin qedexe 2 car hat dirêj kirin.
Hat ragihandin ku bi teybet li taxên Kale, Dag û Zeytînpinarê şer didomîn, hin caran dengên teqînan ên bi tûnd tên bihîstin.
Ji alîyekê din ve di Taxa Dagê ya ku şer didome de PKKyîyan roket avêtin wesayîta polêsan a bi zirx. Lê roket îsabetî markête kir. Di encama êrîşê de zirarên madî pêk hatin.(ÎLKHA)