• DOLAR 32.386
  • EURO 35.096
  • ALTIN 2326.584
  • ...
Dost-Der Baroya Mêrdînê ziyaret kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Komeleya Piştgirî û Alîkarîya Perwerdehîya Dostî ya Mêrdînê Fesîh Memîş, bi lijneya rêvebirîyê re Parêzer Çelebî Arazê yê ku ji bo Seroktîya Baroya Mêrdînê hat hilbijartin  zîyaret kir.

Serokê Dost-Derê Memîş û lijneya pê re ji teref Serokê Baroyê ya Mêrdînê Parêzer Çelebî Araz û endamên lijneya rêvebirê yê nû ve hatin pêşwazîkirin.

Memîş, ji rêvebirîyê re daxwazîya serkeftina kar  kir dûvre wiha pê de çû: “ Pêwîst e ku Baro ferq nexin li naveyna tu kesî. Zilm ji kî tê bila bê pêwîst e ku bertek bên nîşandan û ji destên feqîran bên girtin. Daxwazîya me ji baroyan ew e ku  li pirsgirêkan bi nêrînekî îdeolojîk nenêrin û hertim ji bo avakirina edaletê bixebitin.”

Parêzer Araz diyar kir ku ew ji vê ziyaretê pirr kêfxweş bû û dûvre wiha pê de çû: “ Hûn jî dizanin ku me nû vê peywirê  teslîm sitand. Meseleyên pirr girîng li benda me ne. Çi ji destê me tê em ê bikin. Bi teybet  em ê li ser mijarên ku civatê ji nêz ve eleqedar dikin bisekinin.”(ÎLKHA)

 

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir