Walîtîya Diyarbekirê di derbarê pevçûnê de daxuyanî da
Walîtîya Diyarbekirê di der heqê pevçûna ku li navçeya Sûra Amedê qewimî de daxuyanî da.
Walîtîya Diyarbekirê di der heqê pevçûna ku li Sûrê pêk hat û tê de Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî û polêsek jiyana xwe ji dest da de daxuyanîyek weşand.
Di daxuyanîya ku hat weşandin de hat diyarkirin di derbarê mijarê de ji teref Serdozgerîya Komarê ya Diyarbekirê ve tehqîqet hatîye destpêkirin û wê hûrgilîyên bûyerê bi raya giştî re werin parve kirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin di pevçûnê de Serokê Baroyê Amedê Tahîr Elçî û polêsek jiyana xwe ji dest dan û 2 polês jî birîndar bûn.(ÎLKHA)