• DOLAR 32.516
  • EURO 34.571
  • ALTIN 2492.732
  • ...
Li Nisêbînê 22 Pkkyî Hatin Kuştin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Walîtîya Mêrdîn, derbarê qedexeya derketina derve ya li Nisêbînê ku 14 rojan ajot de daxuyanîyeke nivîskî weşand. Di beyanatê de tê îfade kirin di 14 rojên qedexeyê de li navçeyê 22 PKKyî hatine kuştin, 2 PKKyî jî birîndarî hatiye zevt kirin.

Di berdewama beyanatê de jî hat destnîşan kirin, di bûyeran de 4 PKKyî hatine binçav kirin ji wan 2 kes ên ku sewqî meqamên edlî hatin kirin hatin girtin û birin hepsê. Hat eşkere kirin ku ji wan 3 kes polîs 21 hemwelatî birîndar bûne û ji wan 5 hemwelatîyan di bûyeran de jiyana xwe ji dest dane.

Li gor beyanata nivîskî ya walîtîyê, bi tevahî 116 barîqet hatine rakirin û xendeq hatine xetimandin. 27 heb dafikên bombeyî bi awayekî qontrolî hatine îmha kirin.

Di beyanatê de binî hat çixêz kirin ku PKKyîyan bi 22 heb teqemenîyên bi desta hatiye çêkirin û disa 33 cara bi roketavêjê êrîş li polîs rast kirine.

Di dawîya beyanata nivîskî ya walîtîyê de jî hat destnîşankirin ku 2 çadirên ku wek baregehê bi kartianîn hatiye rakirin û weha hat îfadekirin: “ li 111 navnîşanên ji hev cûda lêgerîn hatiye kirin, di encama lêgerînan de 2 teqemenîya bi desta hatiye çêkirin, 4 bombeya desta, gelek malzemeyên  ku di çêkirina bombeyan de tên bikaranîn, gelek malzemeyên sihhetê, 25 heb êlegên balîstîkê, di serî de pirê wan keleşkof gelek çek û sîleh û muhîmatên wan, ji bo xwarinê bi awayekî zêde gida hat zevt kirin.”

PKK’lıların sözde karargâh olarak kullanıldığı tespit edilen 2 adet çadırın. (İLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir