• DOLAR 32.331
  • EURO 35.058
  • ALTIN 2283.067
  • ...
 Kremlîn: Em nafikirin ku danekirinê tetbîq bikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di derbarê rageşîya ku di naveyna Ûris û Tirkîyeyê de ji Qesra  Kremlîn daxuyanî hat dayîn. Ji teref Tirkîyê ve di sînorê Sûrî de balafira Ûris hat daxistin. Ji ber vê yekê rageşî di nabeyna Tirkîye û Ûris de zêde bû û her wext daxuyanîyên nû tên daxuyandin. Di daxuyanîya dawî ya ku ji teref Kremlîn ve hat daxuyandin de wiha hat destnîşankirin: “Em nafikirin ku danekirinan tetbîq bikin. Em nafikrin  ji bo îthalata zexîreyê embargoyê tetbîq bikin. Em ji Tirkîyê dixwazin ku di derbarê daxistina balafira me de daxuyanîyekê rast bidin.”

Em ji bo daxistina balafirê ji Tirkîyê lêborîn dixwazin

Serokê Dewletê yê Ûris Vladîmîr Putîn di daxuyanîya xwe yê dawî de diyar kir ku Tirkîyê vê yekê bi şiklekî zana kir da ku rageşî bilind bibe. Ji ber vê yekê destnîşan kir ku ew ji bo daxistina balafirê li berdengî  Tirkîyê ne da ku lêborînê  ji wan bixwazin. Putîn dûvre axavtina xwe wiha domand: “ Birêveberîya Tirkîyê, bi şiklekî zana têkilîya Ûris-Tirkîyê dajo hevrazê.”

Ji alîyekî din ve hat ragihandin ku rêwîyên tirk ên balafirên Tirkîyê an jî yê Ûris ji teref rêvebirên Ûris ve tên tacîzkirin û astengî ji wan re tên derxistin.

Mixalifên yekitî Gira Kizildag ê stratejik bi dest xistin

Hat ragihandin ku li herêma Tirkmenan a Bayirbucakê ya ku di navenda Sûrî de ye şer didome. Her wiha hat zanîn ku Gira Kizildagê ketîye bin kontrola Esed. Li gor agahîyan Gira Kizildaga ku 2 roj berê ketibû bin kontrola Tirkmenan hat bombebarankirin. Artêşa Sûrî bi alîkarîyê Ûris ve li herêma Tirkmen Dagi bombebaran kir. Dûvre vê herêmê bi dest xist.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir