• DOLAR 32.565
  • EURO 34.933
  • ALTIN 2430.28
  • ...
Darizandina dadmendî nayê kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di Mehkemeya Cezayê ya Giran a 2yemîn a Enqerê de niştina doza 33 kesên ku têkilîya bûyerên 6-8ê cotmehê bûbûn hat dîtin. Di 6-8ê cotmeha 2014an de Yasîn Boru, Hasan Gokgoz, Rîyad Guneş û Ahmet Huseyîn Dakak bi şiklekî  wehşîyane hatibûn qetil kirin. Niştin wextê sibe di saet 10.00an de dest pê kir û dî saet 17.30an de dawî lê hat. Lijneya mehkemê niştinê taloqê 7ê çileya 2016an kir.

Hat ragihandin ku bersûcên bi navên; Abdulvahap Turan, Cîhan Yildiz, Hasan Aldemîr û Ridvan Baş hatin tehlîye kirin. Parêzerên dozê ji  helwest û biryarên mehkemê re bertek nîşan dan.

 “ Mimkûn nîne ku ev darizandin bi vî şiklê bidome”

Ji parêzerên dozê Mehdî Oguz diyar kir ku di serî de kêmasî di dozê de hebû û  lêpirsîna amadehîyê  jî bi şiklekî nelirê hat kirin. Oguz dûvre axavtina xwe wiha domand: “ Me hêvî kir ku pirsgirêk di qonaxa lêpirsînê de were çareser kirin û edalet were saz kirin. Diyar bû ku wek niştina yek emîn di niştina 2 yemîn de jî edalet nehat saz kirin. Em difikirin ku armanca wan ewe ku ceza bidin çend kesan. Dûvre dosyayê bigrîn. Mimkûn nîne ku ev darizandin bi vî şiklê bidome.”

“Heke lijneya mehkemê nikare ji heqê vê dozê derkeve bila ji dozê vebikişe”

Gazale Aktaş dîyar kîr ku, ji ber ku ji bo Doza Yasîn Boru edaletê dixwaze ji Stenbol hatiye Enqerê. Aktaş, di serî de ji dozgera dozê re bertek ji lijneya mehkemê re nîşan da.

Aktaş dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di serî de dozger heke lijneya mehkemê nikare ji heqê dozê derkeve bila ji dozê vebikişe. Em dê dev ji vî dozê bernedin. Heta ku di vî dinyayê de edalet ciyê xwe bigirê wê em tekoşînê bidomînin. (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir