Li Dêrikê qedexeya derketina derve hat îlankirin
Li Dêrika Mêrdînê îro heta saet 17.00ê qedexeya derketina derve hat îlankirin.
Jiber bûyerên ku li Dêrikê qewimîye ji teref walîtiya navçeyê ve qedexeya derketina derve hat îlankirin.
Di derbarê qedexeya derketina devreye de ji teref qeymeqamtiya Dêrikê ve daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaîyê de hat diyar kirin ku di navçeyê de bûyer qewimîne. Ji bo ku mal û canê gel were parastin li taxên; Cevîzpinar, Kale, Kuçukpinar, Zeytînpinar, Bahçelîevler, Dag, Sogutozu û Tepebaxê qedexeya derketina derve hat îlankirin.
Hat ragihandin ku ev qedexe di 26ê mijdara 2015an de di nabeyna saet 00.00 û 17.00an de derbasdare. (ÎLKHA)