• DOLAR 32.503
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2488.15
  • ...
Ji malbata şehîdan ji helwesta mehkemê re bertek
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Niştina 2yemîn a doza  Yasîn Boru, Rîyad Guneş, Hasan Gokgoz û Ahmet Huseyîn Dakak ên ku di 6-7ê cotmehê de ji teref PKKyîyan ve hatibûn qetilkirin di 2yemîn Mehkemeya Cezaya Giran a  Enqerê de didome.

Ji bo ku doza Yasîn Boru û yên hevalên wî bi şiklekî baş bidome  parêzerên gilîdar û mexduran ji mehkemê daxwazîya saloneke fireh û daxwazîyên din kirin. Lê ev teleb ji teref mehkemê ve hat redkirin. Ji ber ku telebên malbatên şehîdan hatin redkirin malbatan bertek nîşan dan. Dûvre dest nîşan kirin ku ev teleb telebeke adilane ye.

Mehmet Gokgoz helwestên lijneya  mehkeme rexne kir û dest nîşan kir ku wî mehkemê protesto kirîye. Dûvre Gokgoz axavtina xwe wiha domand: “  Karê  lijneya mehkemê  ewe ku darazandinekî adilane bike. Lê di şûna vê yekê de bi kimûka min re mijûl dibin. Bila biçin qatilan bigirin. Ev dadgehekî çawa ye min fêm nekir. Heke lawê we ji qeta 3yemîn were avêtin û mejîyê wî belav bibe hûn ê çawa bertek nîşan bidin? Hûn ê benda darizandinekî çawa bibin? Hûn li dijî bavên ku li vê derê  ne çawa tevdigerin? Em vê lijneya mehkemê naxwazin.”

Gokgoz bang li Serokomar û Serokwezîr kir û wiha got: “ Birêz Serokomar û Serokwezîr! Hûn her roj li meydan û kolanan navê Yasîn û hevalên wî bi bîr tînin. Heger hûn ev qas ji dil û samîmî bin û heger bi rastî jî dilê we dişewite çima hûn li vê dozê xwedî dernakevin? Werin vê derê û tiştên ku li vê derê diqewimin bi çavên xwe bibînin. Kesên ku qetlîama 6 û 7ê cotmehê dane kirin li meclîsê kêfa xwe dinêrin. Daxwazya min ji we ev e ku hûn qatilan bigirin. Kesên ku van qatlîaman dane kirin destgîr bikin. Em dadekî wiha qebûl nakin.”

Oztekîn Dakakê ku bavê Huseyîn Dakak e di derbarê mijarê de destnîşan kir bila kesên ku vê qatlîamê dane kirin werin destgîr kirin û ceza ji wan re were birîn.

Di derbarê danîşînê de Fîkret Boruyê ku bavê Yasîn Boruyê di derbarê heyeta mehkemê de axivî û teleb kir dema ku heyeta mehkemê darizandinê kir bila laşê parçe parçe kirî yê Yasîn bînin bîra xwe û darizandine bikin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir