Li Hezaxê êrîşa bi roketî li polêsan hat kirin
Li navçeya Hezexa Şernexê PKKyîyan êrîşî wesayîta bi zirx a polêsan kirin. Di êrîşa ku hat kirin de polêsek birîndar bû.
Li ser rêya hawîrdorê ya Taxa Turgut Ozala navenda Hezexê ji teref PKKyîyan ve êrîşa bi roketî li wesayîta bi zirx a polêsan hat kirin. Di encama êrîşê de polêsek birîndar bû. Polêsê ku birîndar bûbû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê.
Piştî êrîşê PKKyî revîn. Ji bo ku PKKyî werin girtin di heremê de operasyon hat destpêkir.(ÎLKHA)