• DOLAR 32.379
  • EURO 35.011
  • ALTIN 2326.113
  • ...
"Em dê bi Tirkîyê re şer nekin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî ku li sînora Sûriyeyê balafira şer ê Rûsyayê ji teref Tirkîyê ve hat daxistin re têkilîya fermî a yekem pêk hat. Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê re li ser telefonê hevdîtinek kir.

 Di hevdîtinê de Lavrov destnîşan kir ku ew ê bi Tirkîyê re nekevin şer û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em ê bi Tirkîyê re nekevin şer. Lê belê em ê têkilîyên xwe cardin bi şiklekî baş ji ber çav derbas bikin. Tu niyeta me ya mevandarîyê ji bona rayedarên Tirkîyeyê tune ye. Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin ev êrîş berî niha bi niyeta provokasyonê hatîye amadekirin.”

Hat ragihandin Çavutoglu ji ber daxistina balafirê xemgînîyên xwe ji Lavrov re anîye ziman. Her wiha li gor agahîyan Çavuşoglu wê bi Lavrov re di wan rojên pêşîya me de hevdîtinekî pêk bîne.(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir