Li Edenê di derbarê wesayîta bombebarkirî de 20 binçavî
Li Edenê di bargeha êrîşa çekdarî ya navenda polêsan û wesayîta bombebarkirî de di ser bi dehan malan de hat girtin.
Duh di derdora sibe de li navçeya Seyhana Edenê êrîş li Navenda Polêsan a Denîzlîyê hatibû kirin û bi wesayîta bombebarkirî hewl dabûn ku qetlîamê bikin. Di derbarê vê yekê de operasyon hat kirin.
Di derdora saetên sibe de li taxên Denîzlî, Mîthatpaşa û Narlicaya ku girêdayîyê navçeya Seyhanê ne di ser malan de hat girtin. Bi sedan polês beşdarî vê sergirtinê bûn. Hat ragihandin di sergirtinên ku ji teref balafirên polêsan ve hat piştgirî kirin de li dehan malan lêgerîn hat kirin. Her wiha 20 kesên ku tê idîakirin ku têkilîya wan bi êrîşê re heye hatin binçavkirin.
Hat ragihandin di lêgerînên ku li malan hat kirin de gelek çek, mihîmat û delîlên rêxistinî ji bo ku werin vekolandin dest danîn ser wan.
Hat ragihandin piştî ku kontrolkirina tendirûstîya gumanbaran ji bo ku werin pirsyarkirin wan şandin Midûrtîya Ewlehîyê ya Edenê.(ÎLKHA)