• DOLAR 32.561
  • EURO 34.881
  • ALTIN 2424.154
  • ...
Di doza Yasîn Boru de geşedanîyê girîng
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Danişîna doza Yasîn Boru û hevalên wî yên ku di Îda Qurbana borî de dema ku goştê qurbanan ji kesên feqîr û jar re belav dikirin ji teref PKKyîyan ve bi şiklekî hovane hatibûn qetilkirin li 2yemîn Mehkemeya Cezaya Giran a Enqereyê tê dîtin. Di danîşîna ku qatilên Yasîn Boru û hevalên wî lê tên darizandin ji ber ku telebên kesên muştekî û mexdûr ji teref heyeta mehkemê ve hat redkirin parêzer û naskirîyên mexdûran mezela danîşînê terk kirin.

Her weke ku tête zanîn bi banga HDPê di 6 û 8ê cotmehê de  bûyer pêk hatin û di van bûyeran de Yasîn Boru, Hasan Gokgoz, Rîyat Gûneş û Ahmed Huseyîn Dakak  ji teref kesên PKKyî ve bi şiklekî wehşîyane hatibûn qetilkirin. Danîşîna 2yemîn a doza Yasîn Boru û hevalen wî îro li 2yemîn Mehkemeya Cezaya Giran  a Enqereyê tê dîtin.

Dîtina dozê li 2yemîn Mehkemeya Cezaya Giran a Enqereyê di seat 10.00an de dest pê kir. Gelek naskirîyên kesên ku hatibûn  qetilkirin, temsîlkarên partîyên siyasî, temsîlkarên sazîyên sivîl û bi sedan kesên ku ji bajarên derdorê hatibûn beşdarî dozê bûn.

Parêzer heyeta mehkemê protesto kirin

Kesên muştekî û mexdûr berî niha ji bona ku darizandin bi şiklekî rêkûpêk were kirin ji heyeta mehkemê mezeleke firehtir teleb kiribûn. Ev teleb ji teref heyeta mehkemê ve hat redkirin. Ji ber ku ev teleb hat redkirin parêzeran destnîşan kirin bi vî awayî darizandinekê adil nikare bê kirin û mezela danîşînê terk kirin.(ÎLKHA)

 

 









Bu haberler de ilginizi çekebilir