• DOLAR 32.521
  • EURO 34.769
  • ALTIN 2494.059
  • ...
Jiyana Yasîn Boru dibe şano
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Jiyana Yasîn Boruyê ku sala borî ji teref PKK/HDPyîyan ve bihovîtî  hatibû qetilkirin wê bibe şano. Derhêner Mûammer Yildiz di derheqê şanoyê de nirxandinek da Ajansa Nûçeyan a Îlkeyê (ÎLKHA) û got, wê bi vê şanoyê peyama Yasînî bigîhêjî ciwanan.

Derhêner Yildiz, di der heqê xebatên xwe yên şanoyê de agahî dan û wiha dest nîşan kir: “Me di der heqê derbeya 28ê Sibatê de jî şanoyek li darxist. Vê gavê jî emê şanoya, ‘Gelo însan çawa dibin Yasîn Borû’  bikin sehneyê. Divê mirov çawa bibe Yasîn? Çi bike? Çawa wekî Yasîn însan bijî û çawa ji dê û bavê xwe re û ji malbata xwe re çawa dikare bibe ewladekî bi xêr? Em ê bersivên van pirsan di şanoyê de bi pirsînin. Heta niha zilma ku li Yasîn hatîye kirin em ê li vê sehneyê  nîşan bidin ber çavê temaşavanan. Em ê vê şanoyê bi helwestekî bi rûmet bajar bi bajar, navçe bi navçe gund bi gun bikin sehneyê. Heta em ê li Balkanan û li Ewrûpeyê jî derkev in pêşberî temaşevanan.”

Yildiz got Yasîn Boru sembolek e û wiha pêde çû: “ Dema ku nivîsandina şanoya me xelas bibe em ê galaya şanoyê li Amedê bikin. Projeya me di dest pê kê de ye. Em niha li ser jiyana Yasînî lêkolînê dikin. Herî baş jî malbata Yasîn jiyana wî dizane ji ber vê yeke emê bi malbata Yasîn re bikevin têkilîyê. Emê Yasin bi çi awayî goştê qurbanan hilgirtîye û derketîye derve û  dilsozîya wî di şanoyê de bînin ziman. Ev xebata şanoyê bi texmînî dê çar meh bidome. Piştî wî em ê derkev in pêşberê temaşavanan.”

Yildiz di axaftina xwe de got ev xebat, ne tene xebata wan in, ev xebat xebata her bawermendanan in.

Yildiz di dawiya nirxandina xwe de her wiha destnîşan kir ku lêkolîner û nivîskar Emîne Şenlîkoglu jî di nava organîzasyona şanoyê de heye. (ÎLKHA)

 





Bu haberler de ilginizi çekebilir