Yetîm-Dera Ewrûpa rapora Qurbana 2015an bi raya giştî re parve kir
Yetîm-Dera Ewrûpa di der barê xebatên ku di Eyda Qurbana 2015an kirine de civînek lidar xist û destnîşan kir ku wan di vê Eyda Qurbana 2015an de bidehan hezar kesên hewcedar û feqîr re alîkarî kirin.
Hat diyarkirin Yetîm-Dera Ewrûpa yê ku li 52 welatan xebatên alîkakarîyê dike di Îda Qurbana 2015an de li 3 qit’êyên cîhanê xebatên alîkarîyê kir. Yetîm-Dera Ewrûpa di serî de li Asya, Afrîka ,Ewrûpa û her wiha welatên Balkanan ji kesên hewcedar û feqîr re alîkarî kir.
Arîkarê Serokê Giştî ya Yetîm-Dera Ewrûpa Huseyîn Ateş di derbarê mijarê de daxuyanî da. Ateş di der barê mijarê de wiha axivî: “Em wek Yetîm-Dera Ewrûpa ji kesên ku di vê Îda Qurbanê de alîkarîya me kirine û ji kesên xêrxwaz ên ku qurbanên xwe hîbeyî me kirine re teşekkur dikin.Xwedê Teala ji hemûyan razî be.”
Ateş di dawîya axavtina xwe de destnîşan kir ku wan wek Yetîm-Dera Ewrûpa di Îda Qurbana 2015an de li çar alîyê cîhanê ji kesên feqîr û jar û her wiha ji kesên êtîm re alîkarîya goştê qurbanan û alîkarîya cilan kirine.(ÎLKHA)