• DOLAR 32.571
  • EURO 34.881
  • ALTIN 2433.328
  • ...
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî: PYD sûcê şer dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî  li heremên ku di kontrola PYDê de ne lêkolîn kir û di encama lêkolînan de di derbarê mijarê de destnîşan kir ku PYD li Bakurê Sûrî gundên ereb û tirkmênan dişewitîne. Her wiha ji teref rêxistinê ve  hat diyarkirin PYD bi van kirinên xwe sûcê şer dike.

Di rapora ku bi sernavê “Cîyê ku em biçin tune ye” hatîye amadekirin de  hat diyarkirin PYD û hêza wî ya eskerîyê YPG li heremên ku ereb û tirkmen lê dijîn gundan dişewitînin. Di raportê de hat eşkerekirin ku PYD û YPG zextan li xelkê heremê dikin da ku xelkê sivîl heremê biterikînin.

Di raporê de ji fikr û ramanên kesên ku ji bûyeran re bûne şahid re cî hat dayîn.Kesên ku ji bûyeran re bûbûn şahid destnîşan kirin ku  ew bi zext û zordarîyê ji malên xwe hatine derxistin û malên wan ji teref PYD û YPGê ve bi dozeran  hatine xerakirin.

Safvanê ku ji bûyeran re bûye şahid di derbarê mijarê de destnîşan kir ku kesên YPGyî zextan li wan kirine da ku malên xwe biterikînin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Vî tiştî ji me re gotin û dûv re jî ji me re gotin heger hûn malên xwe neterikînin em ê îxbara we ji koalisyona ABDê re bikin da ku malên we bomberan bikin.”

Lama  Faqîhê ku şewirmendê bi qidem a krîzê ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ye di derbarê mijarê de ragihand ku YPG malên kesên sivîl xerab dike û gundan seranser dişewitîne. Faqîh ji ber vê yekê anî ziman  YPG sûcê şer dike.

Faqîh di dawîya axavtina xwe ya di der barê mijarê de wiha domand: “ Pêwîst e ku YPG ji niha pêve destê xwe ji xerakirina malên kesên sivîl bikşîne û her wiha divê zirara ku daye sivîlan temîn bike. Bi heman awayî divê YPG ji vegerîna kesên ku malên xwe terikandinê re astengîya dernexe.”(ÎLKHA)

 

 





Bu haberler de ilginizi çekebilir