• DOLAR 32.502
  • EURO 34.631
  • ALTIN 2480.549
  • ...
Rêvîyên Xêrê malbata Tiryakî ziyaret kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Endamên Sazîya Rêwîyên Xêrê ya Meletîyê û Rêvebirê Çapemenîya Giştî ya Rojnameya Dogru Haberê Mehmet Goktaş bihevre malbata Cengîz Tîryakîyê ku di bûyerên 6-7ê cotmehê de ji teref PKKyîyan ve li navçeya Kanîreşa Çewlîgê hatibû qetilkirin  ziyaret kirin.

Ji ber salvegera qetilkirina Tîryakî, malbata Tiryakî hat  ziyaretkirin.  Di ziyaretê de Mehmet Goktaş destnîşan kir xwîna şehîdan bereket e û axavtina xwe  wiha da domandin :“Em bi xwîna şehîdan vejîn. Xwîna wan bû bereket. Ez bawer dikim ku xwîna wan îftîxara ûmmetê ye. Xweda şehadeta wan qebûl bike.”

Serokê Sazîya Rêwîyên Xêrê Orhan Dîkgoz da zanîn ew ê  li emaneta şehîdan xwedî derbikevin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ew gihaştin meqamên bilind. Em ê jî li doza wan xwedî derkevin û rêya dozawan bimeşînin. Em ê wek çavên xwe li zarên şehîdên xwe mêze bikin. Bila çavên şehîdê me li paş  nemîne.”

Ziyaretwanan bi şiklekî dilgermî eleqeyeke mezin ji zarên şehîdî re nîşan dan.. Hat dîtin ku zarok jî ji vê ziyaretê  pir  kêfxweş bûn.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir