Diyarbekir ji çopê derbas nabe
Ji ber ku Şaredarîya Diyarbekirê paqijîyê nake li hinek cihan komên çopê lod bûn û her wiha hat îddîakirin wesayîtên ku di paqîjîyê de nayên bikaranîn di girtinên rêyan de tên bikaranîn.
Li Diyarbekirê ji ber ku şaredarî paqijîyê nake li hinek navçe û taxan lodên çopê çêbûn. Ji ber nekirina paqijîyê û kombûna lodên çopan xelk û dikandarên derdorê ji vê rewşê re bertek nîşan dan.
Xelkê derdorê di derbarê lodên çopan de destnîşan kirin ku çop him dibin sedema nexweşîyan û him jî derdorê qirêj dikin. Xelkê derdorê ji ber nepaqijîyê destnîşan kirin ku lodên çopan dibin sedema nexweşîyan.
Ji dikandarên derdorê Şeyhmuz T. û Murad H. jî destnîşan kirin ku ji ber çopan ew him aciz dibin û him jî dibe sedam ku îşên wan nebe.Her wiha xelk û dikandar destnîşan kirin şaredarî bi pereyên xelkê dixebitî û di ser de jî xizmetê nake.
Her wiha hat dîtin hinek wesayîtên çopê di bûyeran de ji bo girtina rê de hatine bikaranîn.(ÎLKHA)