• DOLAR 32.276
  • EURO 34.701
  • ALTIN 2405.362
  • ...
 "Dermanê bêexlaqîyê Îslam e"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Faxrîya Cana ku qîza Şêx Sileymanî ye xwedîyê 3 zaroka û 61 nevîyan e.Dapîra Faxrîya di derbarê têgihiştina exlaqa berê û ya îro de desstnîşan kir ku cudahîyeke mezin  heye  û dermanê bêexlaqîya îro ya ku di nava civakê de belav bûye îslam e.

“Cînarên me yên kevin hêj pirsa me dikin”

Faxrîya Can destnîşan kir ku wê, emrê xwe zêdetir li gund borandîye û heyata gund li gor a bajêran xweştir û di derbarê cînartîyên kevin de hest û ramanên xwe wiha anî ziman: “Cînartîyên berê li gor ên îro xweştir bûn.Cînarên me yên kevin hê jî pirsa me dikin.Di wan însanên berê de wefa zêdetir bû.Tu carî me dilê hevdû nedihişt.Ji ber vê yekê têkilîyên cînartîyên berê xweştir bûn.Cînarên me exlebê naskirîyên me bûn, ên xerîb kêm bûn.Lê belê niha ne wiha ye.Bajêr gelek mezin û  qelebalix bûne.”

Ji bon xortan pend û şîretên girîng

Can destîşan kir xort berê zîrektir bûn  û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez dixwazim çend şîretan li xortên îro bikim. Bila qedr û qiymet bidin pîran, ji mezinên xwe re bi edeb bin.Xwedê nesîb bike heger bila ji bîr mekin ku ew ê jî rojekî pîr bibin.Hemd ji Xwedê Teala re ku me guh da pîrên xwe.Niha jî ez pîr bûme û zarokên min li min dinêrin.”

 “Bi tiştên ku dizanin emel nakin”

Can axavtina xwe ya di derbarê mijarê de wiha da domandin: “Dema ku ez biçûk bûm min şivantî dikir. Wê demê malbata min her tim di warê nixumandinê de bi şiklekî xweşik bi bîramin dianî. Wê demê nedihiştin ku mûyekî pora min xuya bike.Her tim nesîhet li min dikirin da ku ez niwêja xwe bikim, rojîya xwe bigirim.Em bi vî awayî mezin bûn. Lê belê a niha ne wiha ye.Roja borî ez li devê derî rûniştîbûm, min li pîrekên ku diçûn û dihatin nihêrt.Exlebên wan bêhîcab bûn.Min xwest nesîhat li yekê ji wan bikim û min jê re got ku keça min xwe binixûmene, cennet heye, cehennem heye, hisab heye, ev tiştê ku tu dikî guneh e. Ew jî ji min re got ku ‘Xaltîya min welleh ez ji te zêdetir dizanim lê belê înşaallah di pêşerojê de ez ê xwe binûximînim.’ Li gor hewa û nefsên xwe dijîn Tu nikarî şîretekî li yekê bike, te guhdar nakin. Dibêjin em dizanin lê belê bi tiştên ku dizanin emel nakin.”(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir