• DOLAR 32.496
  • EURO 34.96
  • ALTIN 2434.391
  • ...
Keçika ku di çalakîyên PKKê de di hembêza dêya xwe de berik îsabetî serê wê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Seyhana Edenê terefdarên PKKê xwepêşanî li darxistin, di dema xwepêşanîyan de guleyek îsabetî serê keçika ku di hembêza dêya xwe de bû kir û keçik jiyana xwe ji dest da.

Bûyer li Taxa Mîthatpaşaya Seyhanê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin Tervîz Dora piştî ku li sikakê hinekî lîst re çû li hembêza dêya xwe rûnişt. Di heman demê de berikeke ku hêj nediyar e ji kû derê hatîye îsabetî serê Tervîzî kir û Tervîz birîndar bû.

Tervîz ji ber îsabetkirina berikê ji nişka ve di nav xwînê de ma û wê bi lez rakirin nexweşxanê.Her çiqas li nexweşxanê ji bona Dora baş bibe hewldan hatibin dayîn jî Dora jiyana xwe ji dest da.

Hat diyarkirin ku berika ku bûye sedema mirina Tervîzî di dema xwepêşanîyên PKKê de hatîye teqandin. Polês di derbarê bûyerê de tehqîqet da destpêkrin.(ÎLKHA)

 

 





Bu haberler de ilginizi çekebilir