• DOLAR 32.371
  • EURO 35.011
  • ALTIN 2325.545
  • ...
Wezareta Tenduristîyê di derbarê teqîna ku li Enqerê pêk hat de daxuyanîyek da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ve hatîye dayîn de di derbarê mijarê de wiha hat ragihandin: “Piştî teqîna ku li Xaçarêya Gara Trenê ya Enqerê pêk hat re 55 ambûlans ji cihê bûyerê re hatin sewqkirin. Her wiha niha jî 10 ambûlans li cihê bûyerê hazir disekinin. Ji ber teqîna ku pêk hatîye li nexweşxaneyan jî temamên doktoran bi şiklekî çalak dixebitin û xizmetê didin.”

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin ji xwînê re hewcîtî tune ye û wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Di warê hewcîtîya xwînê de tu kêmasî tune ye. Koordînasyona Navenda Xwînê ya Kizilayê di vî warî de dixebitî. Her wiha di warê lojîstîk û hewcîtîya însanî de jî her tiştên me kamil in.”(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir