• DOLAR 32.382
  • EURO 35.041
  • ALTIN 2326.314
  • ...
ÎTTÎHAD û HUDA PAR  Abdûlcelîl Candan li ser qebra wî bi bîr anîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Arîkarê Serokê Giştî ya HUDA PARê Aydin Gok û Serokê Giştî ya ÎTTÎHADê Mela Enwer Kiliçarslan ji ber sêyemîn salvegera wefata Abdûlcelîl Candanê ku ji ber kirîza dil wefat kiribû li ser qebra wî bi bîr anîn. Ji xeynî Aydin Gok û Mela Enwer Kiliçarslan  her wiha Serokê Bajêr a HUDA PARê  Mehmet Emîn Dogru  û Serokê Komîsyona Lêkolîna Ilmê ya Cemîyeta Mustezafan Muderris Abdurrahman Îçlek jî beşdarî ziyareta bîranînê bûn.

“Dilê wî her tim ji bo Îslamê hildiavêt û ji bona wehdeta mislimanan dixebitî”

Arîkarê Serokê Giştî ya HUDA PARê Aydin Gok piştî ziyaretê destnîşan kir ku ji bona Abdûlcelîl Candanê ku berî vê 3 salan rehmet kiribû ziyaret bikin hatine li ser qebra wî û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Her weke ku tête zanîn pêxember li dûv xwe tu mal û milk nehiştine.Tiştê ku pêxember li pey xwe hiştine tenê ilm e.Em jî dizanin ku Abdûlcelîl Candan jî bi rastî warisekî pêxemberan bû.Mirina alimekî weke mirina alemekî ye.Herema me wê ji wî zêdetir sûdê wergirtibana, lê belê emrê wî têra vî tiştî nekir.Candan li pey xwe gelek berhemên bi qedr û qiymet hiştin.Candan tu carî meylî malê dinyayê nedikir. Ilmê xwe ji  bona mal û milkê dinyayê bi kar nedianî.Kesên li heremê û alema îslamê jê razî bûn. Dilê wî her tim ji bona îslamê hildiavêt û ji bona wehdeta mislimanan dixebitî.”

 “Ji bona xort û ciwan di rêya Qur’an û sunnetê de bimeşin hewl dida”

Serokê Giştî ya ÎTTÎHADê Mela Enwerê ku hevalê Abdulcelîl Candan e di derbarê Candan de destnîşan kir ku Candan mislimanekî sadiq, mutevazî, bi ilmê xwe emelkar bû û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Candan, ji ciwanîya xwe ve ji bo îslamê dixebitî. Bi kufrê re her tim mucadele dikir.Her tim dihat ba me û ji ber xebatên ku me dikir kêfxweş dibû. Candan, bi kitêbên ku dinivîsand û bi xûtbeyên ku dida bi kufrê re mucadele dikir. Nexasim ji bona islahkirina xortên ku ji îslamê hatine dûrkirin gelekî dixebitî.Ji bona ev xort û ciwan di rêya Qur’an û sunnetê de bimeşin gelekî hewl dida. Dema ku van xebatan dikir jî tu car ji bona menfeatê nedikir.Ez dikarim bibêjim ku di temamê emrê xwe de waristîya pêxemberan kiriye. Em jê razî bûn, Xwedê Teala jî jê razî be.”(ÎLKHA)

 









Bu haberler de ilginizi çekebilir