Li du navçeyên Dîyarbekirê derketina derve hat qedexekirin
Li navçeyên Sûr û Yenîşehîra Dîyarbekirê li hinek taxan ji seat 05.00an vir ve derketina derve hat qedexekirin.
Li gor daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Dîyarbekirê ve hatîye dayîn ji ber bûyerên ku li navçeyên Sûr û
Yenîşehîrê derketina derve li hinek taxan heta daxuyanîyeke din hat qedexekirin.
Di daxuyanîya ku hatîye dayîn de hat diyarkirin li Taxên Cevatpaşa, Dabanoglu, Fatîhpaşa, Hasirli, Savaş, Cemal Yilmaz û li Cadeya Gazîya Sûrê û her wiha li Taxên Ferîtkoşk û Dîcleya Yenîşehîrê derketina derve hatîye qedexekirin.
Di daxuyanîya ku hatîye dayîn de hat ragihandin qerara qedexdeya derketina derve ji bona ewlehîya xelkê ya can û mal were temînkirin hatîye dayîn.(ÎLKHA)