• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.98
  • ...
"Di dîrokê de wehşetekî mîna wehşeta ku di  6 û 7ê cotmehê de hatîye kirin nehatîye dîtin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke  ku tête zanîn di 6 û 7ê cotmehê de bi banga HDP/PKKê bûyer derketibûn û di van bûyerên ku derketibûn de Yasîn Boru û hevalên wî yên ku ji bo kesên jar û feqîr goştê qurbanan belav dikirin ji teref HDP/PKKyîn ve hatibûn qetilkirin. Arîkarê Serokê Giştî ya HUDA PARê Vedat Turgut  ji ber sedema salvegera qetilkirinên Yasîn Boru û hevalên wî di derbarê mijarê de nirxandinan kir û destnîşan kir ku hedefa rastî ya bûyerên 6 û 8ê cotmehê îslam e.

Turgut di derbarê mijarê de wiha ragihand: “Rast e ku hinek kes xwestin doz û dawa Şehîd Yasîn û hevalên wî li Diyarbekirê ji holê rakin.Ji bo ev doz ji holê were rakirin xwestin ku qetlîamekî wehşîyane bikin.Encax bi alîkarîya Xwedê Teala û bi wesîleya eşqa Yasîn Boru û hevalên wî yê ji bo vê dawê ji vê qetlîamê re bû asteng.”

Vedat Turgut di axavtina xwe de destnîşan kir Yasîn Boru û hevalên wî bûne nîşaneyek û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Şehîd Yasîn Boru û hevalên wî îro gelek cihên Tirkîyê û her wiha li Ewrûpa û li Afrîkayê tên bîranin. Çawa ku Hz. Huseyîn ji ummetê re bûbe sembol û nîşaneyek , bi heman awayî şehadeta Şehîd Yasîn Boru û hevalên wî jî bûye nîşane û sembolek.Şehadeta Yasîn û hevalên wî heqbûna vê dawê cardin nîşan daye.Bi heman awayî şehîdîya Şehîd Aytaç Baran jî rûmet û izzeta vê dawê cardin nîşan daye.”

 “Di êrîşan de hedef îslam û wecîbeyên îslamê bûn”

Turgut axavtina xwe ya di derheqê mijarê de wiha da domandin: “ Bûyerên 6 û 7ê cotmehê ji ber xwe ve derneketin. Bûyer di heman demê de li 5 navenda li dijî temamê komên îslamî derketin. Ev êrîş û bûyer netenê li dijî HUDA PAR û cemîayên mîna wê bûn.Bi kûrtasî li dijî temamê kesên ku îslamî bûn hatin kirin. Di van êrîşan de li gor wan kaleya dawî HUDA PAR û camîaya wî bû. Li gor wan heger HUDA PAR  û camîaya wî ji holê hatibana rakirin wê demê pêşîya wan hatibana vekirin.Ji ber vê yekê êrîşa herî mezin li me hat kirin .Her wiha êrîş birin li ser qursên Qur’anê,şexsîyetên îslamî û xanimên nixumandî jî.Ji ber vê yekê hedefa êrîşan îslam û wecîbeyên îslamê bûn.”

Turgut di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir di dema êrîşan de dewlet tenê navendên xwe muhafeze dikir û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di dema bûyeran de dewlet tune bû, teşkîlatên ewlehîyê tune bûn.Dewlet di dema bûyeran de hewl dida da ku navendên xwe muhafize bike.”

 “Xelk encax bi têgehiştineke îslamî dikare were îdarekirin”

Turgut di dawîya axavtina xwe de destnîşan kir ku dîroka kurd û Kurdistanê bi muşerrefbûna îslamê dest pê kiriye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em di heremêke wiha de dijîn ku hê jî tesîra pêxember û sahabîyan li ser vê heremê heye.Ji ber vê yekê ev xelk encax bi têgihiştineke îslamî dikare were îdarekirin.Hinek kes dixwazin vî xelkî ji ber zilma kemalîzma ku nêzî 80 an jî 90 salî berdewam kiriye tê xwestin ku têxin bin fikra marksîst û lenîst.Ev fikrên wiha dê feyde nede xelkê.Îxtîmal e ku zêdetir zirarê bide vê xelkê.Ez bawer dikim ku ev xelk wê di demeke nêz de vegere li ser eslê xwe.”(ÎLKHA)

 







Bu haberler de ilginizi çekebilir