• DOLAR 32.552
  • EURO 35.009
  • ALTIN 2439.807
  • ...
Doza Yasîn Boru li Enqerê dest pê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tête zanîn bi banga HDPê di 6 û 8ê cotmehê de  bûyer pêk hatin û di van bûyeran de Yasîn Boru, Hasan Gokgoz , Rîyat Gûneş û Ahmed Huseyîn Dakak  ji teref kesên PKKyî ve bi şiklekî wehşîyane hatibûn qetilkirin. Darizandina 34 kesên ku hatine tesbîtkirin ku tevlî bûyerên qetilkirina Yasîn Boru û hevalen wî bûne îro li Mehkemeya Cezaya Giran  a 2yan  a Enqereyê dest pê kir. Ji van 34 kesan 22 kes girtî, 7 serbest û 5 kes jî firar in.

Dîtina dozê li Mehkemeya Cezaya Giran  a 2yan  a Enqereyê di seat 09.30an de dest pê kir. Gelek naskirîyên kesên ku hatibûn  qetilkirin, temsîlkarên partîyên siyasî, temsîlkarên sazîyên sivîl û bi sedan kesên ku ji bajarên derdorê hatibûn dozê li mezela mehkemê dişopînin.

Hat ragihandin Serokê Giştî ya HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu û ji Alîkarên Serokê Giştî Huseyîn Yilmaz û Mehmet Yavuz jî hatin edlîyê.Her wiha hat diyarkirin ji 100î zêdetir parêzer jî beşdarî dozê bûne û ew ê ji bona him qatil û him jî kesên ku ji vê qetilkirinê bûne sebeb werin darizandin wê parezîyê bikin.

Ji parêzarên dozê Mehmet Karadag di derbarê darizandina ku tête kirin de wiha destnîşan kir: “Di derheqê kesên ku vê qetlîamê kirine de tevde 5 cara cezaya giran a muebbetê tê xwestin.Her wiha divê ew rêvebirên HDPê yên ku ji vê qetlîamê re bûne sebeb jî divê werin darizandin.”

Kesên ku li derveyî mehkemê li hev civîyabûn bênavbir tekbîr anîn û sloganên mîna “ Qatil dê hisab bidin, Qatilê Yasîn Boruyî Selahaddîn Demîrtaş, Em hemû Yasîn Boru ne em ê rêya Yasîn Boruyî bidomînin.” avêtin. Ji ber ku di hewşa mehkemê de sloganên mîna van hatin avêtin polêsan xwestin qelabalixê derîne derve. Ji ber vê yekê demeke kurt nîqaş derket. Nîqaş bi mudaxele kirina rayedarên HUDA PARê bi dawî bû.Piştî aramîyê Alîkarê Serokê Giştî ya HUDA PARê Mehmet Yavuz axavtineke kurt kir û destnîşan kir ji ber sloganên ku hatine gotin kirina mudaxele neçareserî ye.(ÎLKHA)

 

















Bu haberler de ilginizi çekebilir