• DOLAR 32.316
  • EURO 35.15
  • ALTIN 2297.69
  • ...
SON DAKİKA
HUDA PAR:  Ji bona aşîtî û aramî were tesîskirin divê Yekîtîya Îslamê were sazkirin.
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tê zanîn doh balafirên ABDê li Diyarbekirê hatin heşidandin.Di derbarê mijara heşidandina balafirên ABDê de ji teref Serokatîya Bajêr a Amadê ya HUDA PARê ve daxuyanîyeke nivîskî hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat ragihandin  di serî de li alema îslamê û her wiha li  temamê dinyayê ji bona aşîtî û hizûr were sazkirin divê demildest Yekîtîya Îslamê were sazkirin.

Di berdewama daxuyanîya ku hatîye dayîn de di derbarê mijarê de wiha hat eşkerekirin: “Ew ABDyê emperyalîst ê ku alema îslamê xistîye wek gola xwînê û di Adara 2003an de bi îşxalkirina Iraqê bi sedhezaran kesên bêguneh kuşt û bûbe sebaba bi milyonan kesan ku  ji welatên xwe bibin û têkevin rewşa penaberîyê. Her wiha ew ABDyê emperyalîst bi mudaxele kirina Sûrî  cardin  li erdnigarîya îslamê agirê fitne pêxistîye.”

Di berdewama daxuyanîyê de her wiha hat diyarkirin: “Di meha tîrmeha borî de ew esker û balafirên ABDê bi hinceta mudaxelekirina IŞÎDê hatin Încîrlîkê.Ew balafir ji Încîrlîkê rabûn û li Sûrî hedefên sivîl bombebaran kirin û bi sedan zarok, pîrek û pîrên sivîl qetilkirin.”

Di dawîya daxuyanîya ku hatîye dayîn de di derbarê felsefeya ABDê û Rûsyayê de wiha hat ragihandin: “Em ABD û Rûsyaya ku kuştina zarok, pîrek, sivîl û pîran ji xwe re xistine felsefe û her wiha wan kesên welatên rojava yên emperyalîst ên ku ji van qetlîaman re bêdeng dimînin tel’în dikin. Her wiha em dîsa wê hikûmeta ku ji bona heşidandina balafirên ABDê destûr daye jî şermezar dikin. Em dixwazin vî tiştî diyar bikin; di serî de li alema îslamê û her wiha li  temamê dinyayê ji bona aşîtî û aramî were sazkirin hêzeke yekta ya Yekîtîya Îslamê divê were sazkirin.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir