• DOLAR 32.602
  • EURO 34.831
  • ALTIN 2494.772
  • ...
Yetîm-Dera Ewrûpa li Ugandayê 5 bîrên avê vekir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li çend gundên bajarên Îganga û Magamagayê ji teref Yetîm-Dera Ewrûpa ve bîrên avê hatin vekirin.Rayedarê Yetîm-Dera Ewrûpa di derheqê xebatên ku tên kirin de ji Ajansa Nûçeyan a ÎLKÊ re daxuyanîya da.

Arîkarê Serokê Giştî ya Yetîm-Dera Ewrûpa Huseyîn Ateş di derheqê bîrên ku tên vekirin de agahî da û wiha destnîşan kir: “Ez ji wan kesên ku di mijara kirina alîkarîyan de xwe nedane paş re spasguzarîyên xwe tînin ziman.”

 “Em jî nikarin Kabê bibînin, lewra çavên me ji germahîyê kor bûne”

Ateş di derbarê hinek kesên ku ji vekirina bîran re bûne sponsor  de agahî da û çîrokên bi ders û îbret ên wan kesên ku ji vekirina çalan re bûne sponsor  wiha anî ziman: “ Kesekî bi navê Recep Dag bi me re têkete têkilîyê. Ji me daxwaz kir li Afrîkayê li cihekî ku lê av tune ye bi wesîlê me bîrekê bi de vekirin. Recep Dag bîrekî li ser navê bavê xwe  Îbrahîm Dag vekir û hinekî qala xewnekî xwe kir. Di xewna xwe de dibîne ku diçe dîtina Kabê lê bi tu şiklî nikare  Kabê bibîne. Di xewn de zarên Afrîkayî derdikevine hemberê wî û  dibêjin ‘em jî nikarin Kabê bibînin. Lewra ji germahîyan çavên me kor bune’ û jê daxwazîya vekirina bîrê dikin. Recep dag di bin bandora vê xewnê de dimîne. Ji ber vê yekê ji bo ku çavên zarokên Afrîkayî vebin emelîyeta katarakê dide kirin. Pişt re jî Recep Dag ji bo zarokên Afrîkayî biryara vekirina bîrê da. Eva ev bîra ha jî berhema wî ye. Bi vî wesîlê li ser navê bavê xwe bîrek da vekirin.”

 “Evfaya Yunus Emre bîra avê da vekirin”

Ateş di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ji xeynî şexsan her wiha sazîyên civakî ên sivîl jî ji vekirina bîrên avê re dibin sponsor û Evfa jî li gundekî bîreke avê daye vekirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “

Li vî gundî nêzî 700 kes dijî û nîştecihên vî gundî berî niha avên xwe ji derveyî gund ji çiravekî temîn dikirin.Lê belê hemd ji Xwedê Teala li gund bîra avê hat vekirin. Înşaallah ji îro pê ve ne hewce ye ku gundî zehmetîyê bikşînin. Ew ê bi şiklekî hesan û avekî paqij karibin ji vê bîra avê temîn bikin.Xwedê Teala ji niha ve  ji Komeleya Evfaya Yunus Emre razî be.”(ÎLKHA)

 

 

















Bu haberler de ilginizi çekebilir