Li Diyarbekirê êrîşa bombeyî birin li ser qerekolê
Li navçeya Baglara navenda Diyarbekirê êrîşa bombeyî li qerekola polêsan hat kirin.Piştî êrîşa ku hat kirin re di nav sikakan de pevçûn derket.
Hat ragihandin li navçeya Baglarê kesên nasnameyên wan nediyar êrîşa bombeyî birin li ser qerekola polêsan a Baglarê. Ji bombeyên ku avêtin qerekolê yek ji wan îsabetî jeneratora qerekolê kir. Ji ber îsabetkirina bombê jeneratora qerekolê şewitî.
Êrîşa bombeyî di derdora seat 22:15an de pêk hat. Piştî êrîşa bombeyî ya ku li qerekolê hat kirin re di nav sikakan de pevçûn dest pê kirin û nêzî 20 deqîqa berdewam kirin.
Hat hînbûn ji ber duyê şewata jeneratore 2 jê pîrek tevde 3 kesên sivîl bi jehrê ketin û wan bi ambulansan rakirin nexweşxanê.
Polêsan di derbarê mijarê de li heremê operasyoneke berfireh dan destpêkirin.(ÎLKHA)