Di pevçûnên ku li Cizîrê derketin de hejmera mirîyan bû 2
Hat diyarkirin ku di pevçûnên ku doh êvarî li Cizîrî dest pê kiribûn de 2 kes hatin kuştin û yek jê polês gelek kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin di pevçûnên ku doh êvarî di derdora seat 20.00an de li Cizîrê dest pê kirin de 2 kes hatin kuştin û yek jê polês gelek kes jî birîndar bûn.
Walîtîya Şirnexê doh êvarî di derdora seat 20.00an de derketina derve qedexe kir. Piştî qedexekirinê pevçûnên dijwar li navenda Cizîrê dest pê kirin.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin bi taybetî li Taxên Cûdî û Nûrê pevçûnên dijwar dest pê kirin. Di pevçûnên ku dest pê kirin de 2 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.Di ber wextên şeveqê jî di pevçûnên ku derketin de polêsêk jî birîndar bû.(ÎLKHA)