• DOLAR 32.584
  • EURO 34.689
  • ALTIN 2526.988
  • ...
"Ev bûyer nîşan dide ku êdî wijdana mirovatîyê nemaye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yetîm-Dera Diyarbekirê di derbarê Aylanê Sûrî û birayên Galîp ên ku di Deryaya Spî de xeniqîbûn de daxuyanîyeke çapemenîyê da.

Di daxuyanîya nivîskî ya ku hat dayîn de di derbarê mijarê de wiha hat ragihand: “Roj hat emperyalîzm bi leşkerên xwe bi şiklekî wehşîyanê êrîş kir, xera kir û  hilweşand. Roj hat emperyalîstan bi destên xaîn û zaliman zilm li xelkên mezlûm kirin.Roj jî hat ji bona berjewendîyên xwe sefên xwe guhartin û xwe lio xelkê şîrîn dane nîşandan. Lewra ji wan emperyalîstan re sînor tune ye.”

“Ev bûyer nîşan dide ku êdî wijdana mirovatîyê nemaye”

Di berdewama daxuyanîyê de wiha hat ragihandin: “ Qurbanên herî dawî yên van emperyalîst û hevkarên wan Aylan û birayên Galîp in. Ew Aylan û birayên Galîp jî wekî bi hezaran kesî ji ber zilm û wehşeta,  çêlîyên wan emperyalîstan welatên xwe terikandin û xwestin ku derbasî Ewrûpayê bibin. Lê belê Ayla û birayên Galîp ên ku  ji ber zilm û wehşeta çêlîyên emperyalîstan revîyabûn û di behrê de jiyana xwe ji dest dan. Ev tişt jî nîşan dide ku êdî wijdana mirowatîyê nemaye.”

 “Qetilkirina misilmanan ji zaliman re nexem e”

Di berdewama daxuyanîyê de wiha hat gotin:”Ji bona emperyalîstan çend misilman hatine kuştin, çend mezlûm zilm dîtine qet negirîng e. Zalim her tim bi dek û dolaban, bi demokrasi û azadîyê xelkê dixapînin.Her tim gotinên wan zaliman li ser demokrasi, azadî û mafên mirovahîyê ye; lê belê icraat û karên wan jî her tim fitn û fesadî, kuştin û talan e.”

Di dawîya daxuyanîya ku hat dayîn de lanet ji zaliman re hat anîn û ji Aylan û birayên Galîp re jî ji Xwedê Telala rehmet hat telebkirin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir