Li Şirnexê PKKê li ser taksîyeke ticarî de reşand: 1 mirî, 1 birîndar
Kesên PKKyî li Şirnexê di nava rojê de êrîşî taksîya ticarî ya ku çawîşê pîspor di nav de bû kirin û ajokarê taksîyê kuştin.Di êrîşê de çawîşê pîspor giran birîndar bû.
Li navenda Şirnexê kesên PKKyî di nava rojê de êrîşî taksîya ticarî ya ku çawîşê pîspor lê siwar bûbû kirin. Di êrîşê de ajokarê taksîyê Lokman Bayar(23) mir û çawîşê pîspor N.K.(27) jî birîndar bû.
Ajokarê ku di êrîşê de birîndar bûbû li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.
Her wiha hat hînbûn ku çawîşê pîspor ê ku di êrîşê de birîndar bûbû rewşa wî nebaş e.(ÎLKHA)