• DOLAR 32.547
  • EURO 34.832
  • ALTIN 2425.542
  • ...
Cemîyeta Mustezafan xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Komîsyona Alîkarîyê ya Cemîyeta Mustezafan paketên erzaqan  ji malbatên hewcedar û feqîr ên ku berî niha hatibûn tesbîtkiribûn re  belav kir. Dema ku alîkarî dihatin belavkirin hat dîtin ku rayedarên komeleyê bi kesên hewcedar û feqîr re ji nêz ve eleqedar bûn.

Serokê Komîsyona Alîkarîyê Mehmet Derman  di derbarê xebatên alîkarîyê de wiha axivî: “Li pêşîya me Eyda Qurbanê heye. Ji ber vê yekê em dixwazin ji temamê kesên feqîr ên ku berî niha hatibûn tesbîtkirin re alîkarîyê bikin. Her wiha salê carekî be jî em dixwazin goştê qurbanan bibin mala wan kesên hewcedar û feqîr û wan kêfxweş bikin. Ji vê kêfxweşkirinê re jî pêwîstî ji kesên xêrxwaz re heye.”

Derman axavtina xwe wiha domand: “ Kesên xêrxwaz bi wesîleya komeleyên me dikarin qurbanên xwe ser jê bikin.Heqê qurbanên îsal 500 TL ye. Kesên xêrwaz ên ku dixwazin bexşê bikin dikarin ji van adresan bi me re têkevin têkilîyê.”(ÎLKHA)

GSM: 0542 319 93 57

Nimreya Hesabê ya Bankaya Ziraatê : 651 13 215 – 5001 

Nimreya Îbanê : TR 12 0001 0015 6565 1132 1550 01







Bu haberler de ilginizi çekebilir