• DOLAR 32.598
  • EURO 34.814
  • ALTIN 2509.459
  • ...
Li Sûrî her roj 144 însan jiyana xwe ji dest didin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji xeynî Serokê Şûraya Îslamê ya Sûrî Usame er-Rufaî her wiha Arîkarê Serokê Şûrayê Dr. Muhammed Muaz Elhîn, endamên heyete Şêx Faîz El-Salah, Şêx Abdulkerîm Bekker, Şêx Memdûh Cuneyt û rojnamevan jî beşdarî civînê bûn.

Şûra piştî civînê raporek bi raya giştî re parve kir. Di rapora ku bi raya giştî re hatîye parvekirin de li ser mijarên heq û mafan , mezlûmtî û mexdûrbûyîna xelkê Sûrî û her wiha li ser şoreşa Sûrî ya nîvre mayî de agahîyên balkêş hatin parvekirin.

Li Sûrî her roj 144 însan jiyana xwe ji dest didin

Di raporta ku bi raya giştî re hatîye parvekirin de wiha hat diyarkirin: “Heta îro li Sûrî tevde 215 hezar însan mirin. Lê belê ev tişt tê zanîn ku hêjmara mirîyan ji 215 hezaran zêdetir e. Dema ku em li gor van agahîyên ku di destê me de ne hisabê bikin em dibînin ku li Sûrî di nava mehekî de 4 hezar 300, di nava rojekî de jî 144 însan jiyana xwe ji dest didin. Ji van kesên ku hatine kuştiin ji sedî 22 zarok û pîrek in. Her wiha hêjmara kesên windabûyî jî nêzî 105 hezara ye.Hêjmara kesên ku birîndar bûne jî dudo an jî sê qetî ji hejmara mirîyan zêdetir e. Her wiha ji xeynî kuştinan her wiha dest dirêjî li namûsa pîrekan tên kirin û hêjmara vê wehşetê jî gelekî zêde ye. Dema ku şoreşa Sûrî dest pê kir hejmara kesên girtî 270 hezar bû.Hejmara kesên pênaber ên di nava Sûrî de 14 mîlyon li derveyî Sûrî jî 4 mîlyon e.Ji destpêkê heta niha nêzî 2 mîlyon û 900 hezar xanî xera bûn û her wiha gelek zêde gund bûne xopan û kavil.Nêzî 2 hezar camî jî  hilweşîyan.”(ÎLKHA)

 







Bu haberler de ilginizi çekebilir