• DOLAR 32.423
  • EURO 35.127
  • ALTIN 2327.911
  • ...
Li Qovancîyan êrîş birin li ser noqteya polêsan:3 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Doh êvarî di seat derdora 20.30an de li Qovancilara Xarpêtê komek PKKyî bi çekên lûle dirêj êrîşî Midûrtîya Şubeya Trafîkê kirin. Di êrîşê de yek jê giran tevde 3 polês birîndar bûn.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin doh êvarî komek PKKyî bi çekên lûle dirêj êrîşî Midûrtîya Şubeya Trafîka ku li ser rêya Qovancilar û Dersîmê ye kirin. Ji ber êrîşê di navbera polês û PKKyîyan de pevçûn derket. Di encama şer de yek jê giran tevde 3 polês birîndar bûn.

Polêsên ku birîndar bûbûn bi ambûlansan rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir