Di otobusa rêwîyan de esrar derket
Li Mêrdînê di otobuseke rêwîyan de lêgerîn hat kirin, di lêgerînê de 26 kîlo û 470 gram esrarê kubar hat bidestxistin.
Ji teref Walîtîya Mêrdînê ve hat ragihandin li Şenkoya Midyadê di lêgerîna ku ji teref Fermandarîya Bajêr a Cendirmeyan ve hatîye kirin de di nava otobuseke rêwîyan de lêgerîn hat kirin.
Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Mêrdînê ve hatîye dayîn de hat diyarkirin di lêgerîna ku di otobusê de hatîye kirin de 26 kîlo û 470 gram esrarê kubar hat bidestxistin.(ÎLKHA)